Salih Qado nîşangirê nasyar bi pilingê Kobanê, doh li rojavayê wî bajêrî li nêzîkî Girê Spî hate şehîdkirin.
Salih Qado yan jî (Tovan Hilincî) ku ji ber zîrekî û rolê wî di şerê dijî Daişê da, bi (Pilingê Kobanê) hatibû bi navkirin, doh li rojavayê sînorê wî bajêrî, li nêzîkî Girê Spî, brîndarbû û paş ji ber dijwarîya birîna xwe, jîyana xwe ji dest da.
Pilingê Kobanê, yek ji nîşangirên herî zîrek ên Kurd bû, li rojavayê Kurdistanê û bitenê di berxwedana bajarê Kobanê da, bi dehan terorîstên Daişê kuştîye.