Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen serdana navendeke perwerde kirina Hêzên Pêşmerge kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen îro serdana navendeke perwerde kirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê pisorên Almanî ve kir.
Von Der Leyen ji nêz ve ji pisporan agehdarî li ser çawetiya perwerde kirina Hêzên Pêşmerge wergirt.
Weke tê zanîn Von Der Leyen dohê serdana Kurdistanê kir û li gel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya bû.